Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî peyam ji meclîsa ciwanan re şand û diyar kir ku tirsa faşîzmê berxwedana wan e û ew dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku wan bi ciwanî dest pê kir û dê bi ciwanî bi ser bikevin.
2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şiyara “Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike” li salona Kongre û Konferansê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bi axaftinan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî, ku xwest beşdarî kongreyê bibe, lê ji ber muxalefeta hewayê nekaribû bê, peyam şand. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag peyama Temellî xwend û silavên Temellî ji ciwanan re şand û got: “Ez silavên xwe ji hevamên me yên ciwan ên bi mîrateya Selehaddîn Adin, Deniz Karacagîl û Paramazan li Amedê kom bûne yek bi yek selav dikim. Ji bo em bi were bin me amadekarî kir. Lê ji ber muxalefeta hewayê ez nikarîbûm bêm. Teqez em dê faşîzmê têk bibin. Lê niha ji ber şertên hewayê nikarin tiştekî bikin. Ez bawer dikim ku muxalefeta ciwanên yekbûyî dê muxalefeta hewayê jî bikin mijara kongreyê.
Sekna we ya bi rêxistin, wêrek û biryar tirsa dilê faşîzmê ye. Ez bawer diki ku dê kongre li gorî vê hêzê bi encam bibe. Serkeftinê dixwazim. Wek Mazlûm û rêhevalên wî gotî: Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e. Peşeroja me li gel ciwanan berxwe dide.”
OZTURK: BILA LI SALONÊ BINERIN
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî bang li ciwanan kir û bal kişand ser pêvajoya 3 salên dawî. Ozturk, diyar kir ku dixwazin kurdan bê vîn bihêlin û wiha got: “Hemû hewldanên îktidarê ji bo kurd nebin xwedî nasname û statu. Ji ber vê yekê erîşên li dijî kurdan berdewam dikin. Lê negihiştin armanca xwe. Em îro li ciwanên xwe dinerin, em dibînin ku pergal negihiştine armanca xwe. Nirxên ku em diparêzin nirxên mirovahiyê ye. Nasname û çanda me ye. Ji ber vê yekê tu hêz wekî demên borî niha jî nikarin me tune bikin. Bila li salonê binerin û vê rastiyê bibînin.”
‘OCALAN JI BO GELAN BÛ HÊVÎ’
Ozturk bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wina berdewam kir: “Tecrîd îro li tevahiya Tirkiye belav bû. Gelê Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Birêz Ocalan 20 salin li greva Îmarliyê bi tenê li ber xwe dide. Gelê Kurd xwestin li Îmraliyê tune bikin. Lê Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ev yek têk bir. Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd û tirk, ji bo gelê Rojhilata Navîn jî bu hêvî. Bi tecridkirina Ocalan naxwazin aştî, aramî û azadî bê Rojhilata NAvîn. Lê em dê van tevan pûç bikin.”
‘EM ÇALAKIYA LEYLA GUVEN SILAV DIKIN
Ozturk, bal kişand ser çalakiya Hevserokê KCD Leyla Guven û wiha got: “Birêz Leyla Guven ji bo xwe tiştekî naxwaze. Bi armanca tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi vê çalakiyê kiriye. Bi tevrîdkirina Birêz Ocalan dixwaze heviyên gel tune bike. Êrîşên li dijî gelan encama tecrîdê ye. Leyla Guven li dijî tecrîd û pêkanînên li ser gelan dest bi vê çalakiyê kiriye. Leyla Guven tecrîd qebûl nekir û qebûl nake. Em ji vir slavan ji zindana Amedê re dişînin.
DIVÊ KURD LI DIJÎ DIJMINANTIYA NAVDEWLETÎ BIBIN YEK
Ozturk, herî dawî destnîşan kir ku Tirkiye tu cari hebûna gelê kurd tehamul nake û wiha bi dawî kir: “Dema mijar dibe statuya gelê kurd hemû hêzên navdewletî dibin yek. Tirkiye êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Efrîn bajarê herî aram ê cîhanê bû. Lê Tirkiye êrîşî Efrînê jî kir. Tu çima Efrînê îşgal dike. Ev encama dijminantiya kurd e. Kurd ji ber nasnameya xwe ya kurd li heberî xwe dewleta faşîst dibînin. Her çend êrîşên xwe giran bikin jî Kurd li çar aliyan dibin yek. Kurd êdî li çar aliyan xwe bi rêxistin kirine. Tenê kêmasiya me yekîtiya neteweya kurd e. Divê teqez em li dijî van êrîşên navdewletî yekîtiya neteweyî ava bikin. Divê em bi xwe biryara xwe bidin. Divê em kurd bi hevre bibin bersîv. Ev sedsal sedsala Kurdan e. Duh li Zilan, Dersîm û Cizîrê komkujî pêk anîn. Ger ku em bibin yek dewlet êdî nikare li ser kurdan komkujiyê pêk bîne.”
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, gotina xwe bi “Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi ser bikevin” bi dawî kir.