Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye li hemû qadan belav bûye.

Ozturk got, “Yek ji bandorên herî zelal ên vê tecrîdê, ku ji Îmraliyê heta hemû girtîgehan û ji wir jî li civakê belav bûye, aliyê aboriye.

Siyaseta şer tê meşandin.

DEM Partiyê gelek caran aliyê vê siyaseta şer a ku parçe dike, aliyê wê ya jiyanî û texrîbata aboriyê daniye holê.

Droneyek difire, wê mehê bi deh hezaran mirov nikarin xwarinê bixin lalîkên xwe.

Li Tirkiyeyê mirov xwe bêhêvî û bêsiberoj hîs dikin.

Bê guman li dijî vê yekê têkoşîneke rêxistinbûyî heye.

Di 1’ê Gulanê de me ev helwest, pir zelal dîtin.

Li dijî polîsên dewletê helwesta rêxistinbûyî ya çalakgeran hebû.

Yekser desthilatdarî xwest bi binçavkirin û girtinê re ceza bike.

Yek ji bandorên tecrîdê jî ev e.

Li Kurdistanê jî ‘rejîma qeyûm’ a ku di dema dawî de têk çû cardin, bandora tecrîdê ye.”

Ozturk, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka Kurd û tecrîdê nayê çareserkirin bandora hilweşînê gelek mezin e û wiha domand,

“Îro li Tirkiyeyê ji ber aborî û demokrasî nîne, di her warî de di nava krîzekê de ye û têkiliyên bi welatên derve re ne bi qasî berê xurt e.

Polîtîkayên îmha û înkarê ev çend sal in tiştekî baş neanî vê erdnîgariyê.

Pêvajoya herî aram a ku demeke dirêj li Tirkiye û Kurdistanê pêk hat, pêvajoya ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin dihatin kirin bû.

Rêya rizgariya ji vê krîzê jî tenê destpêkirina pêvajoya diyalogê ye.

Bi vê hişmendiyê girtiyên siyasî yên li girtîgehan piştî greva birçîbûnê ya 130 rojan, ji 4’ê Nîsanê ve ji bo şikandina tecrîdê çalakiya xwe bi boykotkirina hevdîtin û derneketina dadgehê berdewam dikin.

Şikandina tecrîdê, bicihanîna daxwazên girtiyan, şikandina dijberiya di nava civakê de, ji bo demokrasiya welêt û pêkanîna siberojeke dewlemend girîng e.”