PADÊ, bang li hikûmeta Iraqê kir ku peymana li ser Şengalê fesh bike.
PADÊ piştî kongreya sêyemîn têkildarî geşedanên herêmê daxuyaniyek da.
PADÊ kongreya xwe ya sêyan li dar xist, PADÊ piştî kongreya xwe ya sêyan daxuyaniyek da û ragihand ku divê êrişên dewleta Tirk yên ser Şengalê werin rawestandin û hemû komkujî weke jenosîd bên nasîn. PADÊ bang li Iraqê kir daku lihevkirina ser Şengalê hilweşîne.
Daxuyaniya PADÊ ya piştî Kongreya 3’yan a li ser geşedanên herêmê wiha ye;
“Ji bo penaberên ku bixwazin vegerin Şengalê, divê rê were hêsankirin û lêzimiyên wan werin bicihanîn. Pêwîst e bombebarana dewleta Tirk a dagirker were rawestandin, ji ber ku êriş dibin sedem ku penaber venegerin. Divê Şengal weke parêzgehek nenavendî û girêdayî hikûmeta navendî were naskirin. Lazim e ji madeya 140 jî were derxistin û mafê Êzîdiyan were parastin.
Komkujiyên li hemberî Êzidiyan pêk hatin, bi taybet komkujiya 3 Tebaxa 2014’an weke jenosîd bê nasîn û tazmînata xelkê Êzidî were dayîn.
Hewceye lihevkirina li ser Şengalê were xirakirin, ji ber ku Êzîdî bi ti awayek tevlî vê lihevkirinê nebûne û pirsa xwe jî ji Êzîdiyan nekirine. Nabe aliyê ku Şengal parastî bibe hedef. Nabe asayîşa herêmê bikeve destê polîsên ku zêdetirî xwe bi ser hizbanin.
Divê dadgehek taybet ji bo hemû kesên bûne sedem ku DAIŞ Şengalê bigre, pêk bê. Ji bo azadiya Êzîdiyên di destê DAIŞ’ê de hîn zêdetir kar were kirin û pêdawistiyên tenduristiyê yên taybet werin pêşwazî kirin. Divê mafê malbatên şehîdan û qurbaniyên destê DAIŞ’ê were parastin, lijneyek ji pêkhateyên Şengalê ji bo avakirina herêmê were avakirin.