Endamê Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî Felîx Padel diyar kir ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo tevahiya cîhanê modeleke alternatîf a demokrasiyê pêşkêş kiriye û got, “Nivîsên Ocalan ji bo tevahiya cîhanê girîng in.”
Endamê Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî antropolog û sosyolog Felîx Padel li Londonê ji dayik bû. Destpêkê li Zanîngeha Oxfordê li ser dîroka antîk xwend. Piştre jî li Zanîngeha Delhî ya Nû li beşa Sosyolojiyê xwend. Doktora xwe ya Antropolojiyê jî li Oxfordê kir. Padel bersiv da pirsên ANF’ê.
Felîx Padel bal kişand ser nêzîkatiya rêveberiya Hindistanê ya li gelên xwecihî û diyar kir ku desthilatdariyên Hindistan û Tirkiyeyê di vê mijarê de gelekî dişibin hev.
Padel anî ziman ku niha li Hindistanê neteweperestiya Hindû heye û got, “Li Tirkiyeyê jî rehekî rewşeke ji tevlîheviya Kemalîzma sekuler û Îslamî heye. Ev yek jî dibe sedem ku hindikahiyan bitepisîne. Rola polîsan gelekî dişibe hev. Berevajî Hindistanê li vê derê derfetên teknolojîk gelekî zêde ne. Lewma li Hindistanê wesayitên polîsan ên gelekî mezin û amûrên xwe yên cihê reng nîne, ço û tivingên xwe yên mezin nîne. Di du mijaran de gelekî dişibin hev;
– Êşkence
– Kuştina bi îdîaya şer.”
Endamê Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî Felîx Padel ku li dijî tecrîda li Îmraliyê gelek caran bang kir, têkildarî bala xwe ya li ser meseleya Kurd wiha axivî:
“Rewşa Kurdan û rewşa gelên xwecihî yên li welatên cuda gelekî dişibin hev. Ez li Galê dimam û Partiya Galê ya ku endamê wê bûm, pêwendiya xwe bi HDP’ê re hebû û meseleya Kurd ji nêz ve dişopand. Bi taybetî di mijara ziman de nêzî hev bûn, ji ber ku mirov nikarin li wir bi zimanê Galî biaxivin. Galî jî zimanekî jinûve hatibû tepisandin.
Bi dîtina min gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo tevahiya cîhanê modeleke alternatîf a demokrasiyê pêşkêş kirine. Vê yekê jî bi hêz û enerjiya ku ji têkoşîna xwe ya lidijî asîmîlasyona bi hezaran salî werdigirin.”
Felîx diyar kir ku wî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê gotar nivîsî ne û got, “Pirtûka wî ya destpêkê ya li ser koka şaristaniyan bi rastî jî bala min kişand. Bi dîtina min nivîsên Ocalan ji bo tevahiya cîhanê girîng in. Girîngiya ekolojiyê di kesayetiya xwe de bi cih kiriye. Gelek Marksîstên Ortodoks ji pîşesaziyê bawer dikin, lê meseleya ekolojiyê fêhm nakin. Lewma bi rengekî cidî piştgiriyê nadin tevgerê qebîleyê. Ocalan van pirsan dike, ‘Gelo em dikarin xwe bi pêş bixin? Em dikarin veguherin? Li cihê ku em lê ne gelo em dikarin xwe bigihînin şaristaniyeke hîn demokratîk?’
Yek ji tovên Darwîn veguherîn e, ku ev yek ji bo min gelekî girîng e. Bi dîtina min ekonomîst -ku di nava wan de Karl Marx jî heye- dema ku dîrok li civakê anîn ev yek bi şêweyeke gelekî monolîtîk kirin. Marksîstan jî pênaseya pêşneketî bi kar anîn. Ez bi heman rengî nafikirim. Ez gelekî ji Marx û Engels hez dikim, lê bi dîtina min şaşitiyek heye; komunîzma kevnar, koletî, feodalîzm, kapîtalîzm, li jorê jî em hêvîdar in sosyalîzm heye, ku hîn negihaştiye wê. Yanî ez tevlî meseleya nêrîna li gorî van kategoriya nabim. Meseleya gelek Marksîst baweriya xwe bi wê dîtin ku pîşesazî û kapîtalîzm asteke pêwîst e, lê ez ji vê bawer nakim. Mînak; civakên qebîleyê jiyaneke gelekî berhemdar û demokratîk ava dikin ku têra xwe dikin û zerarê nadin xwezayê. Dema ku ew ji ber bendavekê yan jî kanekê ji cih û warê xwe dibin, rêya wan a pêşketinê mîna kêrekî qut dibe. Pêşketina wan, çanda wan a jiyanê ya demokratîk ku têra xwe dike tune dibe, lê weke pêşketinê dihesibînin; ji ber ku bar kirine bajaran.”