Li bajarê Ketta yê li başûrê rojava yê Pakîstanê, li cihekî nêzî buroya hilbijartinê êrîşeke bombeyî hate kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin herî kêm 30 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Li Pakîstanê ku nifûsa xwe 207 milyon e, bang li 106 milyon hilbijêrî hate kirin ji bo dengê xwe bidin. Dengdan li 85 hezar buroyên hilbijartinê tên dayin û tê payin ku encamên destpêkê danê êvarê eşkere bibin.

Hilbijartina li Pakîstanê di nava aloziyeke zêde de tê kirin. Hin ji çavdêran, kampanya hilbijartinê weke kampanya ‘herî qirêj’ a dîroka welêt nirxandin. Gelek îdîayên li ser manîpulasyonê hene.

Tê payin ku şampiyonê berê yê krîketê Îmran Han û partiya wî Tevgera Edaletê ya Pakîstanê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Îmran Han li herêma Banî Gala ya li nêzî Îslamabadê dengê xwe da û piştre got, “Yek ji girîngtirîn hilbijartinên dîroka Pakîstanê ye. Dem hatiye ku êdî gel ji partiyên bi salane welat dîl girtine rizgar bibe.”

800 hezar leşker û polîs di hilbijartinê de hatine wezîfedarkirin. Di dema hilbijartinê de hin êrîş jî hatin kirin. Ji bilî êrîşa li Kettayê, li bajarokekî Belûcîstanê jî bombeya destan avêtin buroya dengdanê û gelek kes mirin û birîndar bûn. Di bûyereke din de endamekî Tevgera Edaletê mir, 3 kes jî birîndar bûn.

Meha Tîrmehê di dema mîtîngên hilbijartinê de jî hin êrîş hatibûn kirin û 180 kes miribûn ku 3 ji wan namzet bûn.