Piştî ku dewleta Tirk daxuyaniyên pesinandina Osmaniyan dabû, li pêşiya balyozxaneya Tirk a li Rabîehê pankartek hate daliqandin.
Di pankartê de qoqek û alaya Tirkan heye û tê de dinivîse ku ‘Hûn jî biteqizin.’
AVN LI SER ‘TERORA OSMANIYAN’ DAXUYANÎ DA
Serokkomar Mîchel Avn hefteya borî bi wesîleya salvegera 100’emîn a dewleta Lubnanê gotibû “Hewldanên rizgarbûna ji bin nîrên Osmaniyan hemû bi şîddet û cînayetê bi dawî bûye. Osmaniyan di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de teroreke dewletê li Lubnaniyan kiribû û bi sed hezaran kes miribûn.”
LI GORÎ ENQEREYÊ TEROR TUNEYE!
Wezareta Karê Derve ya Lubnanê roja Sêşemê gazî sefîrê Tirk Hakan Çakil ê li Bêrûdê kiribû.
Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Avn dabû û pesnê Osmaniyan dabûi. Wezaretê îddîa kiribû “Di dîroka Împaratoriya Osmaniyan de teror tune.”