Parêzer Xalid Umer got: “Di qanûnên nivîskî, di adatên mehkeman û girtîgehan de cezayên veşartî tune ne. Lewma cezayên ku li Rêber Ocalan hatine birîn, cezayên siyasî ne.”
Dewleta Tirk a dagirker ev 9 sale tecrîda girankirî li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.
Parêzer û endamê Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê Xalid Umer diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan berdewamiya komploya 9 Cotmeha 1998`an e.
Xalid îşaret bi têkbirina komployê kir û got: “Berxwedana Rêber Ocalan û ya gelê Kurd komplo têk bir.”
Her wiha Xalid got: “Tecrîda li dijî Ocalan binpêkirina qanûnên dewleta Tirk e, beriya ku binpêkirina qanûnên navdewletî be. Rêber Ocalan ji beriya 20`an ve di girtîgehê de ye.”
Desthilata Tirkiyê 21`ê Cotmeha 2019`an agahiyên derbarê ferzkirina cezayên dispilînê li ser Rêber Ocalan û 3 girtiyên din ên di girtîgeha Îmraliyê de ragihandin. Navên girtiyên di girtîgehê de wiha ne, Umer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş, li ser vî esasî parêzeran gotin, cezayên hatine birîn veşartîne.
Parêzer Xalid Umer wiha axivî: “Me dereng cezayên li dijî Rêber Ocalan hatine ferzkirin bihîst. Di dewletên cîhanî û dewletên xwe parêzerên qanûnan dibinin. Tiştekî navê xwe biryarên veşartî yan jî cezayên veşartî tune ye.”
Umer got: “Di adatên girtîgehan an jî dadgehan de cezayên veşartî yan biryarên veşartî tune ne, hem jî dema ceza têne birîn parêzger tê agahdarkirin.”
Lewa cezayên li dijî rêber Ocalan hatine birîn, cezayên siyasî ne û armanca wan şikandina vîna Rêbertî û gelê Kurd e.
Parêzer Xalid Umer wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîd wekî têgeheke qanûnî tê wateya girtîyên cezayî bi tena xwe di hucreye de be. Lê derbarê rewşa Rêber Ocalan ew girtiyekî siyasî ye û nabe bi tenê be. Ya duyem jî Rêber di Cezîra Îmraliyê de û ti kes nikare bigihêje wî.”
(eh)