Wezareta Dadê di çileyê 2021’ê de “Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Rêziknameya Der Barê Nirxandina Hikûmxwaran” xist meriyetê. Piştî ev rêzikname xistin meriyetê Lijneyên Çavdêrî û Îdarî (ÎGK) ava kirin.

Endamên vê lijneyê ji dozgerên girtîgehê, midûrê girtîgehê, memûrê îdarî, tabîbê girtîgehê, psikiyatrist, psikolog û serwisa alîkariya psiko-sosyal, mamoste û sergardiyan pêk tê.

Der barê girtiyên ku cezayên wan teqez bûne de raporên “Halê baş” heye an tune amade dikin. Li gorî raporên amade dikin, biryara girtî berdin an bernedin didin.

Piştî ev LÇÎ hatin avakirin, gelek girtî li gel cezayê wan qediya jî, dîsa cezayên girtiyan 3 meh. 6 meh an jî salek dirêj kirin û gelek caran ev dubare kirin.

Li gorî rapor û daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera salên 2021 û 2023’an de herî kêm 384 girtî bi hinceta “Halê baş tune” cezayên wan ji aliyê LÇÎ’yê ve hatine dirêjkirin.

Rêxistinên hiqûqê vê rewşê wekî dubare cezakirina girtiyan pênase dikin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Prz. Destina Yildiz got:

Piştî ÎGK hatin avakirin, bi taybetî ceza li girtiyên ku cezayê muebeta giran xwarine dibirinû berdana wan asteng dikin. Lê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) girtiyên ku cezayê muebeta giran xwarine jî xwedî ‘mafê heviyê’ ne.

Divê van girtiyan piştî demekê derxin lijneyê û ‘Halê baş’ bidin girtiyan û wan serbest berdin.

Lê mixabin ev li Tirkiyeyê li dijî pêşniyara DMME’ê girtiyan bêtir ceza dikin. Ev lijne bi temamî berdana girtiyan asteng dikin. Biryaren polîtîk didin.

Bi piranî poşmaniyê li girtiyan ferz dikin.

Yildiz, bibîr xist ku divê lijne ji kesên serbixwe û adil pêk bê. Biryarên serbixwe bidin. Lê ev lijne biryarên keyfî. Li şûna rê li pêşiya binpêkirina mafan bigirin, bêtir mafên girtiyan binpê dikin.”