Parêzer Îbrahîm Bîlmez ji ANFê re li ser tecrîdê û bandora fikir û felsefa Rêber Apo axivî û vê nirxandinê kir.

Hêzên hegemonîk û herêmî tenê berjeweniyên xwe difikirin. Abdulah û PKK ji bo wan xeter bû, dixwestin tasfiye kirin. Sedema destpêkirina pêvajoya 9’ê Cotmehê jî ev e. NATO û Emerîka hêzeke mezin a deryayî şandin Derya Spî. Tirkiye jî hêza leşkerî li ser sînorê Sûrî zêde kirin. Îsraîl jî di nav de, hemû hêz bûne yek û xwestin Abdulah Ocalan tasfiye bikin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez da zanîn Rêber Apo çareseriya aştiyane ya doza gelê Kurd danî holê û wiha domand.

Bi taybetî Tirkiye, Emerîka, Israîl, Ewropa û hêzên herêmî dixwestin şer dewam bike û meseleya Kurd bi tundî û şer çareser bikin. Komploya 9’ê Cotmehê encama vê siyasetê ye. Abdulah Ocalan digot, ‘Sedema çûna min a Ewropa afirandina mercên çareseriya aştiyane û demokratîk a ji bo meseleya Kurd bû. Lê şaristaniya Ewropa hemû nirxên xwe, yên demokrasî bin pê kirin.

Prz. Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku; Rêber Apo bi berpirsyariyek dîrokî tevdigeriya û da xuya kirin ku ew di çareseriya aştiyane de samîmî ye. Ji bo vê jî berê xwe da Ewropa. Li Atîna, Moskowa û Roma, di hevdîtinan de ev bang li nûner û şandêyên dewletan dikir. PKK agirbest îlan kir. Lê dewletên Ewropa, Emerîka bersiv nedan. Berovajî PKK’ê xistin lîsteya ‘terorê’ û hemû hewldan têne têkbirin.

Li ser Rola Rêber Apo ya ji bo aştiyê jî Îbrahîm Bîlmez wiha got:

Rêzdar Abdullah Ocalan ev hemû dîtin û pêşî li plana komplogeran girt. Piştî 15’ê Sibatê helwesta xwe ya çareseriya aştiyene dewam kir.

Bi cihkirina li Girava Imraliyê jî, pêvejoyek nû ya komployê bû. Abdulah Ocalan Rêber li Îmraliyê jî, ji xeta xwe ya aştiyane û mafê gelê Kurd tawîz nedan, bi sekna xwe pêşî li şerê Kurd-Tirk girt.

Parêzer Îbrahim Bîlmez herî dawî got; Em dikarin bêjin 24 salin komplo, li Îmraliyê bi tecrîdê dewam dike. Ji xwe sîstema hatiye amadekirin, ji bo vê ye. Lê Rêzdar Abdullah Ocalan bi sekna xwe, bi israra xwe sîstema komplogeran têk bir, sîstema tecrîdê jî pûç