Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li rayedaran dan.

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Newroz Ûysal jî, ji bo karibin ji 30’ê Nîsanê heta 7’ê Gulanê di rojeke guncaw de muwekîlên xwe bibînin serlêdan kirin.