Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeyer bal kişand ser ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe tê girankirin û got, ”Hikûmet mecbûr e mewzûaya yasayî bi cih bîen. Ev mevzûat li gorî konjonktûra siyasî nikarin werin guherandin.”

Rêvebera Navendî Giştî ya OHD’ê, hiqûqnas Ekîn Yeter têkilî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grêva birçîbûnê ku ev 225 roj in li girtîgehan li dijî tecrîdê tê domandin ji hêla siyasî û hiqûqî ve nirxand. Yeter got, ”Nexasim girtî, cezaxwarî serî li vê rêbazê didin. Her demê dema rêyên çareseriyê dixitibim ji bo ku ev rê werin vekirin ev rêbaz tê ceribandin.”

Parêzer Yeter got grêvên birçîbûnê ji Romayê heta bi Yewnana Antît û vir ve dema ku mirov bêgav dimînin weke rengekî aşkerekirina vînê û protestoyê ye, li Tirkiyê jî ji sala 1950’î û wir ve ev çalakî tê kirin. Yeter diyar kir li Tirkiyê van 3 salên dawî bi grêvên birçîbûnê û rojiya mirinê re pêvajoyeke zor tê jiyîn û got”

Yeter diyar kir grêvên birçîbûnê li 107 girtîgehan berbelav bûye û ev 225 roj in bênavber didome û wiha domand: ”Niha li hemû girtîgehan weke 5 rojî didome. Halê hazir di pêvajoya vîrûsa koronayê de dema ku mirov bala xwe dide ser rêjeya tijebûnê, derfetên hijyen û xwarinê rîskeke mezin e lê li gel vê jî grêvên birçîbûnê didomin.https://cdn.iframe.ly/pvvcmm5

Yeter got wiha tê nîşandan weke ku gelek daxwazên girtiyên siyasî yên grêva birçîbûnê hebin lê ev daxwaz ji hev ne qut in û got, ”Tê xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û her wiha têkilî binpêkirina mafan û verastkirina înfazê hin daxwaz hene. Tecrîdek heye ku ji rejîma tecrîdê ya Imraliyê berbelavî girtîgehên din bûye û nexasim pêvajoya Rewşa Awarte her çendî were gotin ku qediyaye jî bi pratîkî didome. Dema ku mirov mafê hevdîtinê, ên sosyal û agahdarbûna girtiyan bi giştî dinirxîne mirov dikare van gişan weke tecrîdê pênase bike.”

Yeter diyar kir tecrîd her ku diçe zêdetir dibe û got, ”Dema ku mirov tecrîda Imraliyê dinirxîne disîplînên cezayê yên hiqûqê bi hev ve ne. Hiqûqa Cezayê, qanûna înfazê, CMK bi hev re disîplînên hiqûqê pêk tînin. Ne tiştekî wiha ye ku têkiliyên wan ên bi hev ve ango hincetên wan li gorî şertên siyasaî bêne guherandin. Ev zelal e, xala 90’î ya destûrê dibêje, peymanên navnetewî bi hikmê qanûnan in. Peymanên avnetewî divê bêne bicihanîn.

Bicihanîna hin xalên destûrê, nêzîkatiyên kêfî hebin jî ya ku divê em esas bibînin Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye ku Tirkiye aliyêw ê ye.  Dibêje, mirov ji kîjan sûcî were darizandin jî, bi rêbazên rûmetşikîn, derî mirovî înfaza wan nikare were bicihanîn. Ji ber vê pêşî ya ku divê were bicihanîn ev peyman e.  DMME’ û metnên hiqûqa navnetewî tecrîdê weke êşkencê dibîne. Ev rewş li ber çavan e û mirov nikare vê rewşê li gorî şertên siyasî, li gorî demê, pêvajoya aştî û şer li mewzûatan bîne, mirov mecbûr e ku vê mewzûata yasayî bi cih bîne.

Daxwazên berxwedêrên grêva birçîbûnê ku ev 223 roj in didome yasayî, meşrû ne û divê bêne bicihanîn. Di pêvajoya 2018-2019’an de bi hezaran girtî bedena xwe dane ber mirinê û ji ber vê bêçareseriyê 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku eynî tişt neyên jiyîn, mirov nemirin berpirs divê gavan bavêjin û daxwaz werin bicihanîn.”