Parêzera Rêbeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, biryara DMME’yê ya der barê Ocalan re rexne kir û wiha got: “Biryara DMME’yê der barê Ocalan de daye, awêneya siyasetê ya li ser hiqûqê ye. DMME’ê bi vê biryarê tecrîda li Îmraliyê Erê kiriye. Ocalan bi komployek navdewletî anîn û Tirkiye û ev komploya navdewletî berdewam dike.”
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sedema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2010’an de rastî “îşkence û muameleyeya xerab” hatiye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dabûn. Lê DMME 8 sal şûnde bersiv da parêzerên Ocalan û daxwaza parêzeran red kir. Der barê biryara DMME’ê û helwesta wê ya li hemberî tecrîdê Parêzera Ocalan û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdinê Ebru Gunay, nirxandin kir.
Gunay, diyar kir ku DMME’ê li gorî berjewendiya dewlet û hikûmetan biryar daye û wiha got: “Di îhlalên Sûr, Cizîr û bajarên din ku demek dirêj li Tirkiye binpêkirinên mafan pêş ketin, DMME biryarek erênî neda. Biryara DMME’ê ya der barê Ocalan de jî bi heman rengî ye. Biryarên ku dadgehên herêmî dane, raste rast erê kirine. Kopî kiriye û bersîv daye. Me di salên 2008 û 2009’an de serî li Dadgehên hiqûqa navxweşî dabû. Ev biryarên dadgğehên Tirkiye daye, kopiya wan girtiye û kirine hinceta redkirinê. Yanî dadgehê herêmî çi biryar dabin wan jî biryara wan kopî kiriye û daye. Şiroveya ‘muwekîl li dijî tundiya li hemberî xwe ne gilîdar e’ ya Dozgeriya Komarê ya Bursa ye. Îfadeya Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ku serlêdana me red kiriye ye. Dadgeha Bûrsayê çawa bersîva me daye, DMME jî bi heman rengî bersîv daye. Tu cadahî di navbera biryara Dadgeha Bûrsayê û DMME de tune ye. Ev di milê hiqûqê de nayê qebûlkirin.”
WEKÎ KU DESTÛRA HEVDÎTINÊ DABE NÎŞAN DIDE
Gunay, da zanîn ku DMME wekî ku muwekilê me Birêz Ocalan kengî bixwaze kare bi me parêzeran re hevdîtin bike. Wekî di her şet û mercan de dikare bi parêzeran re hevditin bikin nîşan daye. Wekî ku mafê xwe yê bi heyeta tenduristiyê re hevdîtin bike û muayineya tenduristiyê bike nîşan daye. Lê tiştekî wisa tune ye. Parêzer beyî ku li şîkayeta muwekilê xwe binerin dema dît ku li dijî muwekilê wan binpêkirina mafan heye dikarin serlêdana suc bikin. Dikarin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Biryara DMME daye divê mirov ji du aliyan ve bibîne. Li vir wekî ku tecrîd tune nişan dide. Li aliyê din pîşeyê parêzeriyê dixe bin piyan.” Gunay, anî ziman ku ji xeynî îhlalên mafan, îşkence û muameleya xerab wekî din jî serlêdana sûc kirine û wiha got. Lê serladên me yên din li ber çavan jî negirtine.
BIRYARA DMME ERÊKIRINA TECRÎDÊ YE
Gunay, bal kişand ser hevkariya di navbera DMME û CPT’ê de û wiha berdewam ki: “DMME di biryarê xwe xwe dispêre raporên CPT’ê. CPT diyar dike ku hekîmên pratisyen muayene kiriye. “CPT, diyar ditke ku muayineya hekîmên pratisyen têr nake. Diyar dike ku pêwiste bijîşkên pispor muayene bike. Lê li vir DMME muayeneya hekîmên pratisyen têr dibîne. DMME CPT girêdayî Konseya Ewropa ne. Biryara DMME’ê erêkirina tecrîda li ÎMraliyê ye. DMME bi vê biryarê nîşan dide ku tecrîdê erê dike. Birêz Ocalan bi Komploya navneteweyî anîn Îmraliyê û ev komlo berdewam dike.
‘EV BIRYAR DESTPÊK E’
Gunay, sekna DMME’ê ya pêşerojê jî şirove kir û wiha lê zêde kir: “Piştî vê biryara DMME’ê nîşan dide ku ji niha û şûnde jî dê li dijî binpêkirinên mafan heman helwestê û biryarê bide. “Ev rastî heye ku êdî DMME li gorî liqûq û mafan biryarê nade. DMME, CPT û mekanizmayên navneteweyî çawa nêzî Îmraliyê û Ocalan dibin, nîşan dide ku dê ji niha û şûnde jî wisa pirsgirêk û binpêkirinên din ên mafan bibin. Dê hêj bêtir zirav û kûr nêzîk bibin. Biryara Cizîr û Sûrê red nekir, lê ew arasteyî Qanûna Bingehin kir. Biryar nedaye û avêtiye ser situyê AYM’ê.”
‘BIRYAREK BI ALÎ YE
Gunay, da zanîn ku biryara DMME bi alî ye û wiha bi dawî kir: “Divê dewlet îspat bike ku îşkence nekiriye. Lê DMME pêdivî bi vê yekê nabîne. Piştî 8 salan bersîv dide û vê yekêj î red dike. Pêdivî bi lêkolînê û hincet3en şênber nabîne. Bi vê biryarê ji bêalî û parastina mafên mirovan dûr ketiye. Ev nîşan dide ku hiqûq ketiye bin siya siyaseta navneteweyî. Êdî hiqûq siya siya siyasetê ye. Ev nîşan dide ku daraza navneteweyî jî ne serbixwe ye. ”