Parêzerên Baroya Stenbolê verastkirina ‘pir-baro’yê li Edliyeya Çaglayanê şermezar kirin.

Parêzeran li dijî verastkirina ‘Pir-baro’yan a ku ji Komîsyona Dadmendiyê ya Meclîsa Tirk derbasbûyî li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirk tê axaftin, li Edliyeya Çaglayanê bi çepikan şermezar kirin.

Di prostetoyê de parêzeran bi dirûşmeyan gotin, ”Parastina bêdeng nemaye, wê bêdeng nemîne”, ”li dijî faşîzmê em mil bidin hev”.

Parêzer îro saet 14.00’an û 24.00’An ji deverên cuda yên Stenbolê wê biçin  Enqerê.