Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu, ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta “Nexşeya Rê” ya ku Ocalan sala 2009’an pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, di 23’ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan qedexe kiribû.