Parêzer Mazlum Dînç, redkirina DMME ya serlêdana îşkence û mûameleya xerap a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got : “Biryara DMME’yê encama bazarên siyasiye. Êdî DMME jî bû parçeyekê îşkenceya li Îmralî tê meşandin.”
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a mûwekîlên wan di sala 2010’an de rastî îşkencê û mûameleyên xerab hatinê, red kir. Di hinceta redkirina serlêdana DMME de hatibû gotin ku “Delîlên bên parastin û kafî tune ne.”
‘DMME BIRYARA HIKÛEMTÊ ÎMZE KIR’
Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, biryara DMME nirxand û wiha axivî: “Mûwekîlê me di sala 2008’an de rastî êrîşê hat û piştî hiqûqa hûndirin bi encam bû, me serî li DMME da. Bi ser bûyerê re 10 sal derbas bûn û DMME niha radibe hincetên dozgerên Tirkiyeyê dayîn nîşandan qebûl dike û diçe biryarê. Ev biryar bingeha xwe ji heman nêzîkatiyan digire. A rast DMME biryara hikûmeta Tirkiyeyê îmze kir. Ev bi awayekê pir eşkere derket holê. Biryarekê alîgire. DMME bi vê biryara xwe bû aliyekê vê bêhiqûqiyê. Bû alîgirê pergala îşkenceya heyî.”
‘GELO DMME RASTE RAST JI WÎ PIRSÎN?’
Dînç, diyar kir ku ev biryara DMME teqez nayê qebûl kirin û wiha got: “Di spartina biryarê de tê gotin ku Ocalan bi xwe gilî nekiriye. Ji xwe em li ser navê wî dikevin nava van hewldanan. Birêz Ocalan ji xwe dûrê pirsa encamê kiribû. Ne pêwîste ew bixwe gilî bike. Dozger ji xwe îfadeya wî negirtiye ku ew bixwe gilî bike. Gelo DMME derbarê îdîayan de raste rast ji wî tiştek pirsiye ku li ser ne gilîkirina wî biryara redê dide? Di warê hiqûqî de ew mafê me heye ku em li ser navê Ocalan serlêdan û gilî bikin.”
‘SPARTINÊN BÊ HIQÛQÎ NABIN’
Dînç, anî ziman ku DMME biryara xwe dispêre hevdîtina CPT’ê ya berî du salan li gel Ocalan kirî û wiha rêz kir: “Li ser bûyera îşkeceyê me serî li CPT’ê da. CPT jî ne li ser vê yekê çû Îmraliyê. Piştî vê bûyerê du sal şûn de CPT di 26’ê Çileya 2010’an de çû Îmraliyê. Ji xwe me agahî dan CPT’ê û li ser agahiya me CPT rapora xwe da. Di vir de spartinek bêhiqûqî heye.”
‘JI RASTIYÊ DÛR XISTIN’
Dînç, bal kişand ser hinceta DMME ya “Pirole nekin” û wiha domand: “Ev hevok ji rastiyê dûre. Gelo DMME hevdîtinên bi parêzeran re dispêre kîşan biyaran ku tiştek wisan dibêje? Îdîayeke me ya wisan tuneye. Hemû kes jî baş dizanîn, piştî êrîşa fîzîkî ya li ser Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê gel çalakî lidarxistin. Birêz Ocalan jî banga hestiyariyê kiribû. Wê demê raste rast rayedarên hikûmetê hin hevdîtin jî kirin. Rayedarên hikûmetê jî ev êrîş qebûl kiribû.”
‘DMME JÎ BÛ PARÇEYEKÊ PERGALA ÎŞKENCEYÊ’
Dînç, destnîşan kir ku DMME jî bû parçeyekê pergal îşkenceyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikûmeta Tirkiyeyê hemû biryar nivîsand û DMME jî tenê binê wê îmze kir. Ev nayê qebûl kirin. Di warê têkoşîna mafê mirovan a Konseya Ewropayê de êdî DMME mîsyona xwe winda kiriye. Ev rastî carek din bi vê biryarê derket holê. Bi awayekê pir eşker û zelal ev biryar di encama bazarên siyasî de hat dayîn.”