Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Serbay Koklu got:”CPT, DMME û Komîteya Serokên Konseya Ewropayê li şûna ku li ser mijara tecrîdê Tirkiyê sînordar bikin zêdetir cesaretê didin Tirkiyê.”
Malbat, parêzer û şandeya Imraliyê ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mêj ve ye agahiyê derbarê Ocalan nastînin. Serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hinceta ‘rewşa hewayê’, ‘keştî xirabe ye’, ‘cezayê disîplînê’ û ‘Rewşa Awarte’ ev 789 caran tê redkirin.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Serbay Koklu tecrîda girankirî ya domdar ji ANHA’yê re nirxand. Koklu got:”Pergala tecrîdê ya Imralî ya ku li ser Ocalan bi taybetî hatî pêşxistin, li tevahiya welat hate belavkirin.”
Koklu di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got:”Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tecrîdeke giran li ser Ocalan heye. Ji Adara 2015’an ve nahêlin birêz Ocalan û 3 girtiyên dî yên li Imraliyê ne malbat û ne jî parêzeran bibînin. Ev tecrîd û biryarên dewleta Tirkiyê ne ji aliyê yasayên Komara Tirk ve û ne jî ji aliyê peymanên navnetewî ve hiquqî ye.”
Koklu destnîşan kir ku redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinê yên bi hinceta ‘keştî xerabe ye’, ‘rewşa hewayê’ bi serê xwe mînaka herî ber bi çav ya kêfiyetê û neqhiqiyê ye.
‘Cezayê disîplînê ya li ser Ocalan dijî hiqûqê ye’
Koklu diyar kir ku hincetên wan ên ji 15’ê Tîrmeha 2016’an ve hewldana darbeyê û 20’ê Tîrmeha 2016’an bi ragihandina Reşwa Awarte ve tevî ku naverok weke hev bin jî, lê rengê wê guheriye û wiha dewam kir:”Serlêdanên ku berê bi hincetên ‘rewşa hewayê’ û ‘keştî xirabe ye’ dihatin redkirin, bi ragihandina Rewşa Awarte û pê ve bi hinceta briyara bi nimroya D. Îş ya 2016/56 û ya bi dîroka 21.07.2016’an a biryara Dadgeriya Infazê ya 1. a Bursayê ku hemû hevdîtin û torên ragihandinê qedexe dikir, hate redkirin. Lê di biryara navborî de xalekî qanûnê ya têkildarî girtiyên bi statûya ‘girtiyan’ û ne pêkan e ji bo miwekîlê me yê bi statûya ‘hikimxwarî’ were pêk anîn, ev biryar bi rengekî derhiqûqî hatiye standin. Piştî îtîraza mafdar a parêzeran jî li dijî rêgeza ‘Di sûc û cezayê de qanûnîtî’ ya di hiqûq de, piştre xwe sparte xala têkildar a Biryarnameya Bi Hikmê Qanûnê (BHQ) ya bi nimroya 667’an.”
‘Pergala tecrîdê ya Imraliyê li hemû welat belav bû’
Koklu got dewleta Tirk hewl didin rengekî yasayî bidin sînordarkirina hevdîtin û astengiyan ku bi tecrîda mutleq tê girankirin û wiha pê de çû:”Tişta ku ji geşedanên hiqûqî ya kronolojîk jî tê fêmkirin ku tecrîda mitlq çendî kêfî û nehiqûqî ye. Her wiha ‘pergala tecrîdê ya Imraliyê’ ya ku li ser Ocalan bi taybet hatî pêşxistin û sepandin bû xwedî wesfekî yasayî ku li hemû welêt hate berbelavkirin.
Koklu anî ziman ku tecrîda mutleq a li ser Ocalan divê mirov tenê bi van salên dawî ve sînordar nebîne û wiha dewam kir:”Ji 2009’an ve, piştî ku 5 hikûmxwariyên ku birin gelê Ocalan jî di şert û mercan de tiştek baş nebû, tecrîda berdest bû tecrîdeke komî.”
‘Tecrîda girankirî bû tecrîda mutleq’
Koklu got tecrîda girankirî bûye tecrîda mitleq û ev nirxandin kir:”Piştî sala 2011’an tercîda girankirî ya li ser Ocalan, kirine tecrîda mutleq ku ev ji 2 salan zêdetir e tu agahî jê nayê wergirtin.”
‘Di şexsê Ocalan de helwest û raman tê tecrîdkirin’
Koklu bi bîrxist ku li Imraliyê di şexsê Ocalan de helwest û raman tê tecrîdkirin û wiha dewam kir:”Ji ber ku birêz Ocalan bi taybetî bi ramanên ku bi pêvajoya Imraliyê kûr kirî û pêş xistî îro tenê ne li nav Kurdan û Tirkiyê, ji bo hemû gelan ji bo ku bi hev re di nav demokrasiyê û aştiyê bijîn raman jiyanê û derfetên wê daniye holê.”
‘Tecrîd polîtîkayeke wiha ye ku di serî li ser Kurdan û li hemû welêt hate berbelavkirin’
Koklu got pergala tecrîdê ya li Imraliyê bûye sîstema rêveberiya welêt û wiha domand:”Polîtîkaya tecrîdê ya li Imraliyê li ser Ocalan tê kirin jî polîtîkayeke wiha ye ku hem ji aliyê hiqûqî û hem ji hêla siyasî ve di serî de li ser Kurdan li hemû welêt hatiye berbelavkirin.
‘Saziyên navnetewî divê bi berpirsyariyên xwe rabin’
Koklu got di tecrîdê de saziyên têkildar ên navnetewî bi asta pêşî berpirs in û wiha pê de çû:”Ji ber ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) ji ber sedema peymanên ku bi Tirkiyê re îmze kiriye û ji ber hiqûqa navxwe, saziyê wiha ne ku divê bi berpirsyariyên xwe rabin.”
Koklu got:”DMME berê biryar dabû ku birêz Ocalan bi rengekî dadmend nehatiye darizandin û divê dîsa were darizandin û got divê Tirkiye li ser vê babetê guherînên yasayî pêk bîne. Her wiha DMME’yê hikim daye ku cezayê miebetê yê girankirî yê girtîgehê ku ji aliyê Tirkiyê ve bi taybetî ji bo birêz Ocalan hatiye pêşxistin, ya bi rengekî ku îmkana berdana bi şert tine, li dijî peryamanan e û divê di vê mijarê de Tirkiye guherînan bike. Lê heta niha tiştekî berbiçav nekiriye. Ji aliyekî din ve jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku berpirs e bişopîne erkên xwe bi cih neaniye.”
‘Nêzîkatiya CPT serê mirov şîlo dike’
Koklu got CPT gelek cara hatiye welat, nehiquqî li cih dîtiye, lê li gel ku tecrîd pir giran e, bi ti awayî agahî nayên standin, li gel ku serlêdan hene jî serdana Girtîgeha Imraliyê nekiriye. Koklu bi bîr xist ku CPT herî dawî 28-29’ê Nîsanê serdana Imraliyê kiriye û ji ber ku Tirkiyê destûr nedaye piştç 2 salan 20’ê Adara 2018’an rapor ragihandiye û wiha dewam kir:”CPT di pêvajoyeke wiha de ku li Tirkiyê pêvajoya siyasî ya hişktir bûye, hewldana darbeyê bûye, Rewşa Awarte hatiye ragihandin serdana Girtîgeha Imraliyê nekiriye, bi ser rapora ku diviya biweşîne dereng weşandiye û ji ber sedema mîna ku raporeke nû bê weşandina wê serê mirov şîlo kiriye. Rapora ku hatî weşandin jî hem ji aliyê demê ve û hem jî ji aliyê ku bi zelalî bal kişandiye ser tecrîdê jî, ji ber sedema zimanê wê yê naxwazê bi Tirkiyê were pêşberî hev, bandora wê kêm ma ye.”
Koklu bi lêv kir ku saziyên navneteweyî li şûna ku li ser mijara tedrîdê Tirkiyê sînordar bikin, zêdetir wêrek kirine.
‘Hiqûq bi kontrola desthilata siyasî ye’
Koklu destnîşan kir ku ji destpêkê ve li girtîgeha Imraliyê ku Ocalan ji destpêkê ve bi nehiqîq lê dimîne, tecrîda li ser Ocalan berdeawmiya polîtîkya neçareseriyê ye û wiha dewam kir:”Li gel ku parêzerên miwekîl serî li her cure rêyên hiqûqî didin jî, ji ber sedema ku hiqûq ketiye bin kontrola desthilat siyasî ne pêkan e ku encamekê bistînin.”
Banga bihistyariyê
Parêzer Serbay Koklu herî dawî got tecrîda li ser Ocalan welat û di serî de Kurd hemû derdorên demokratîk kiriye hedefa xwe ş bang li derdorên bihistyar, CPT û DMME’yê kir ku zêdetir têkildar bin.
Çavkanî ANHA