Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, danê vê sibehê ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin berê xwe dan Girava Îmraliyê.
Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bersiva erênî da, parêzer danê sibehê çûn Gemlîkê û ji wir berê xwe dan Girava Îmraliyê.
Parêzer herî dawî 2’ê Gulanê çûbûn Girava Îmraliyê.