Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Nevroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ve hate kirin.
Parêzerên Ocalan piştî 8 salan herî dawî 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê muwekîlê xwe dîtibûn.