Parêzerên Ocalan ji bo muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal meha Gulanê du caran û meha Hezîranê jî du caran hevdîtin bi muwekîlê xwe re kiribûn.