Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo sibe hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêk bînin, îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.
Rayedarên Dewleta Tirk, hefteya bûrî, serlêdana Parêzerên Rêber Ocalan, wasiyê wî û girtiyên din yên li Imralî red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî “Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muhdî Oztuzun”, car 804. serî li Serodgzeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
Dewleta Tirk, ji 27ê Temûza 2011’an û vir ve, 7 sal û 109 roj in, hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dikin.
Ji 11’ê Îlona 2016’an û heta îro, ti agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin.
Her wiha Çalakiya, nobeta “ji Ocalan re azadî”jî , ji aliyê dewleta Fransa ve, di 6ê Mijdara 2018an de, roja Sêşemê hate qedexe kirin. Li gorî vê biryarê, dewleta Fransa hemû rêzeçalekiyên Kurdan û dostên wan yên heta 18ê Mijdarê qedexe kirine.