Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo sibe biçin Imralî wê îro, cara 785’an serî li Serdogzeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwazî bikin ku biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.

rayedarên dewleta Tirk, doh jî serlêdana Parêzerên Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, wê îro, 784.car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwazî bikin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
Dewleta Tirk, ji 27ê Temûza 2011’an û vir ve, 7 sal û 37 roj in hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dikin.
Ji aliyeke din ve Nobeta “ji bo azadiya Ocalan” jî, ji 25ê Hezîrana 2012an ve, li bajarê Fransa Strasborugê li ber avahiya Konseya Ewropa û CPTê, 6 sal in, bê navber dewam dike.