Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, wê îro jî, serî li Serdogzeriya Komarê ya Bursa bidin.

Rayedarên Dewleta Tirk, doh, serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi behaneya pûç û vala red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

Parêzerên Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, wê îro, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwazî bikin ku sibe biçin Imralî û bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêkbînin.

Dewleta Tirk, ji 27ê Temûza 2011’an û vir ve, 7 sal in hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dikin.

Nobeta “ji bo azadiya Ocalan” jî, ji 25ê Hezîrana 2012an ve, li bajarê Fransa Strasborugê li ber avahiya Konseya Ewropa û CPTê, (Sîpîtîyê) 6 sal in, bê navber dewam dike