Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin muwekîlê xwe bibînin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran herî dawî piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn.

BIRYARA ‘QEDEXEYÊ’ HATIBÛ WERGIRTIN

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ‘Nexşeya Rê’ ya ku Ocalan di sala 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû ji xwe re kir hincet û 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.