Li gorî CNN û gelek medyayên din ên Emerîkayê, pênc ji parêzerên serokê berê yê DYE’yê Donald Trûmp ê milyarder, piştî rûdana nakokiya li ser rêveçûnê, red kirin ku Trûmp biparêzin. Du ji wan serkêşên parêzerên Trûmp bûn.
Li gorî televîzyona CNN’ê, Trûmp ji parêzerên xwe xwestiye ku li şûna giraniyê bidin ser qanûnîtiya lêpirsînê, bêhtir li ser teza hîle li hilbijartinê hatiye kirin, bisekinin.
Doza ‘teşwîqa ji bo raperînê’ ku piştî dagirkirina avahiya Kongreyê ya 6’ê Çileyê li dijî Trûmp dest pê kir, wê 9’ê Sibatê pêk were. Tenê 5 senatorên Komarger, li gel 50 senatorên Demokratdixwazin doz pêk were. Ji bo doz karibe bê meşandin dengê 67 senatoran divê, lê niha nepêkan xuya dike.