Civaka Azad ku li Elmanyayê ji bo Kurdan karê raya giştî dike, têkildarî ambargoya 10 mehan a li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê sibe êvarê li ser înternetê panelekê lidar dixe.
Piştî ku di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê yek ji berpirsyarên MÎT’ê yê li herêmê Osman Kose hate kuştin, PDK ev bûyer ji bo xwe kir bahane û ambargo danî ser kampa penaberan a Mexmûrê. Di dema ambargoyê de nexweşên giran, jinên ducanî, xwendekar û karker nekarîn ji kampê derkevin.
Yek ji saziyên girîng ên Kurdan ên li Elmanyayê Civaka Azad ji bo balê bikişîne ser drama însanî ya li Mexmûrê panelekê organîze dike. Parêzvanên mafên mirovan ên Elman û siyasetmedar jî wê tevlî panelê bibin. Panel ji ber tevdîrên dijî vîrûsa koronayê wê li ser înternetê bê lidarxistin.
Ji Komeleya Mafên Mirovan a Elman-Kurd MAF-DAD Heîke Geîsweîd ku meha Adarê serdana kampê kiribû û Besra Guler wê di destpêka panelê de biaxivin. Piştre wekîlê Partiya Çep ê Parlamenta Federal Zaklîn Nastîc, ji Komeleya Însiyatîfa Hêviyê û Aştiyê ya Kurdistanê Emîne Gozen wê li panelê biaxivin. Her wiha rayedarên kampa Mexmûrê jî wê bi rengekî zindî tevlî panelê bibin û têkildarî rewşa dawî agahiyan bidin.
Panel wê 7’ê Gulanê saet 19:00 dest pê bike û her kesên bixwazin dikarin ji vê lînkê lê temaşe bikin.