Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak, anî ziman, desthilatdarî tişta ku di hilbijartinê de nekarî bi destbixe, hewl dide bi darbeya siyasî bi destbixe û got; Gel wê vê hewldana darbeyê bi berxwedanê têk bibe.
Bingeha Tifaqa Cûmhûr dijberiya li Kurdan e mû armanca wan jî tunekirina hebûna siyasî û nûnerên Kurdan e.
Parlak anî ziman ku partiya wan û tevahiya Kurdan, alîgirên demokrasiyê ne. Lê em dibînin ku pêvajoya normalbûn û nermbûnê jî ne rast e. Bi tayînkirina qeyûm hate dîtin ku desthilatdariya siyasî qala pêvajoyeke li derveyî îradeya siyasî ya Kurdan dike.
Divê CHP û hemû aktorên muxalefetê baş zanibin ku heta di meseleya Kurd de çareseriyeke demokratîk pêk neyê, li Tirkiyê demokrasiya rasteqîn jî ava nabe.
Divê aktorên ku dibêjin em demokrat in, nebin parçeyek ji lîstika AKP’ê.
Parlak herî dawî got; Gelê Kurd sed sal in berxwedanê dike. Aqlê dewletê ne tenê li şaredariyên me, dixwaze li malên me jî qeyûman bi cih bike. JIyanê li me qedexe dike. Dixwaze ku em li mala xwe jî bi Kurdî neaxivin. Divê fêhm bikin û qebûl bikin. Kurd neteweyek e û mafên xwe dixwaze. ji bo vê jî berxwedanê dike.
Faşîzma AKP-MHP’ê jî dixwaze ku rejîma qeyûm ji aliyê cografî ve berfireh bike, lê berxwedana gelê me, wê li pêşiya vê yekê bibe asteng.