Seroka Parlamenta Frankofon a Brukselê Julie De Grooten diyar kir, ji bo qirkirina Êzidiyan bê naskirin wê bi berpirsyarî rabe.

Seroka Parlamentê Julie De Groeete ku konferansa li Parlamenta Brukselê ya li ser trajediya jinên Êzidî bi rê ve bir, bersiv da pirsa ANF’ê.

Ji bo pirsa “Gelo wê li Parlamenta Brukselê ji bo naskirina qirkirinê hewldan hebe?” De Groote got, “Teqez wê hebe.”

Groote got, “Ev yek wê tenê weke konferansekê nemîne, wê bidome” û anî ziman, di mijara gava berbiçav de civaka sivîl û siyasetmedar li hev nakin.

De Groote diyar kir, ji ber vê yekê wan konferans tenê ji bo ‘sempatîk be’ çênekirine û got, beriya her tiştî divê hişekî kolektîf bê afirandin.

De Groote got, “Her tim komên taybet hene. Divê em van kolektîf bikin. Qonaxa din jî pênaseyên rasteqîn e.” De Groote destnîşan kir, divê nav lê bê kirin bê çi bi serê Êzidiyan hatiye.

Bi dewamî De Groote got, “Qirkirin çi ye, gelek ji ber rastiya xwe, ji ber baweriya xwe tê qetilkirin” û anî ziman, divê hem ji aliyê şexsî hem jî civakî ve edalet bi cih were anîn.

Parlamenter Viviane Teitelbaum jî bersiv da heman pirsê. Teitelbaum bi bîr xist ku demeke dirêj e ew hewl didin pêşnûme biryarekê li ser naskirina qirkirina Ermeniyan bidin û got, “Ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan jî em ê hewl bidin.”