Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn diyar kir ku krîza aborî û sîstema nîvmûçe bandorek mezin li ser xwendekar û mamostan çêdike. Şêrko got; “Xwendekarên zanîngehê xelas dikin bê kar dimînin. Hikûmet giringî bi xwendina dibistanên pîşeyî nade.”

Îro li ofîsa parlamentoya Herêma Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê Parlamentere Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn li ser pirsgirêkên perwerdeyê daxuyaniyek a çapemeniyê da.

Şêrko Heme Emîn diyar kir ku yek ji pirsgirêka bingehîn a perwerdê biryara nîv mûçe yê mamostane ku ji sala 2016’ê ve ketiye meriyetê û wiha domand; “Ev sîstema nîv mûçe bandorek neyînî li ser derûniya mamosta û civakê çêdike. Gelek xwendekar hene dayik û bavê wan mamostane, lê ji ber pirsgirêka aborî dayik û bav nikarin pêwîstiyên zarokên xwe çareser bikin. Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 423 dibistanan piştî erdheja par zererek mezin dîne û pêwîste bên nûkirin. Gelek dibistan jî hene kabîne ne û metirsiya şewatê timî li ser heye.”

Şêrko diyar kir ku yek ji pirsgirêka serekî ya xwendekar dest ji dibistanê berdidin bingeha xwe ji krîza aborî rewşa xerab a jiyanê digirin. Şêrko got; “Zêdebûna hejmara xwendekaran di yek refê de, nedayîna pêwîstiyên xwendekaran ji aliyê hikûmetê ve, xwendekaran ji xwendinê dûr dixwe. Li Herêma Kurdistanê xwendina pîşeyî pir keme. Dibistanên ji bo pîşeyên cûda cûda pir kemin. Hikûmet jî giringî nade vî beşî.”

Şêrko daxuyakirin ku dema mamostayek wefat dike yan ji ber krîza aborî dest ji mamostatiyê berdide, kes li cihê wan nayê girtina kar û xwendekarên zanîngehê xelas dikin, derfetên kar ji bo wan nînin, bê kar dimînin.

Hêjay gotinê ye ku zêdetirê milyonek û 700 xwendekar li Başûrê Kurdistanê hene. 7 hezar mamostayên bi peyman, 170’ê hezar mamostayên fermî û 6 hezar û 788 dibistan li Başûrê Kurdistanê hene.