1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî bû.
Di vê rojê de dewleta Tirk bi pêşkeşiya Erdogan digot, Kobanê ket.
Neketina Kobanê di dilê wan de bû kuleke mezin, ji ber vê yekê zêdetir êrişî jinên pêşeng dikin.
Parlamentera HDP’ê ya berê Huda Kaya li Balafirgeha Stenbolê bi hinceta, doza Kobanê bi fermana Serdozgeriya Komarê yê Enqereyê hate binçavkirin.
Piştî îfadeyê sewqî dozgeriya Komarê ya Enqreyê kirin.
Bi biryara Heyeta 4. a Dadgeha Cezayê Silhê ya Enqereyê Hûda Kaya hat girtin.
Parêzera wê, Zîlan Leventgolû yekser li ser medya dijîtal ragihand ku girtina mûwekkîla wê neheqiyeke mezin e û dûrî hiqûqê ye.
Li ser navê Hûda Kaya li ser hesabê wê yên medya dijîtal jî ev peyam hatin parvekirin:
“Bi aştî û hêviyeke mezin dilê min her bi we re ye. Îbadeta herî mezin parastina heq e.”
Bi girtina wê re nêrazîbûneke mezin derkete holê.
Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan gotin; Emê tu carî li dijî êrişên kumpasê bêdeng nemînin.
“Hevserokên HEDEP’ê gotin; Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de girtina hevala me peyameke siyasî a desthilatê ye. Ev biryareke derhiqûqî ye û siyasî ye. Yên ku hêviya xwe bi operasyonên qirkirina siyasî ve girêdane, xwe pir mezin dixapînin. Em bi rêhevala xwe re ne, emê bi hev re li ber xwe bidin û bi hev re azad bibin.”
Meclîsa Jinan a DBP’ê û tevgera Jinên Azad TJAyê jî gotin;
“Li dijî êrîşên desthilatiyê em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar mezin bikin. Ji bo me her qad, qada têkoşînê ye.”
Parlmenterên berê û yên niha jî di nav de, nûnerên gelek sazî û rêxistinên siyasî û civakî jî girtina Huda Kaya şermezar kirin û demildest daxwaza berdana wê kirin.