Parlamenterê berê yê YNK’ê yê Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî, diyar kir ku welatên superhêz parçebûna Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Dawidî biryara Amerîka ya li dijî şoreşgerên Kurd jî di haman çarçoveyê de nirxand.
Parlamenterê berê Şiwan Dawidî têkildarî biryara Amerîka ya li dijî sê şoreşger û pêşengên têkoşîna azadiya Kurdan ji Rojnews’ê re nirxand.

Şiwan Dawidî eşkere kir ku di warê siyasî de tiştek bi navê dostayetî nîne, bejewendî heye û got ku Amerîka li gorî berjewendiyên xwe siyasetê dike û got; “Dirûşmeya sereke yê Amerîka pêkanîna demokrasî, mafên mirovan û parastina gelan e, lê dema ku mijar dibe berjewendiyên wê, pişta xwe dide van hemûna.”

Dawidî da zanîn ku biryara Amerîka di çarçoveya lihevkirina li gel Tirkiyeyê ya ji bo keşeyê Amerîkî de ye û wiha domand; “Ev yek dirûtiye li hemberî dirûşmeyên ku Amerîka diavêje. Piraniya dirûşmeyên Amerîka ji bo berjewendiyên xwe ne.”

Dawidî axaftina xwe wiha domand; “Em gelek caran dikevin di bin bandoriya hêzên derve de û mijarên siyasî de. Dost û dijminên xwe nasnakin. Em di nava xwe de ne hevgirtîne. Bi awayên cuda siyasetê dikin. Lewma cîhan sûd ji nakokiyên di navbera de digirin. Welatên superhêz li ser nakokiyên xwe lîstikên xwe dikin. Ev biryara hatî girtin jî encama hevnegirtina me ye.”

Parlamenterê berê yê YNK’ê yê Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî diyar kir ku divê Kurd kongreya neteweyî pêk bînin.