Parlamenterên hikumet û mûxalefetê yên Meclîsa Federal a Elman bi rêya telekonferansê rewşa girtiyên li Tirkiyeyê nîqaş kirin.
Li Tirkiyeyê rewşa bi deh hezaran siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, hunermend; girtiyên siyasî ji ber vîrûsa koronayê girantir bû. Rejîma Erdogan girtiyên siyasî li derveyî qanûna efûyê hişt, lewma bala her kesî bêhtir çû ser girtîgehan. Ev mijar kete rojeva partiyên siyasî yên Elman.
Bi amadekariya parlamenterê SPD’ê Frank Schwabe û ji partiya mûxalefetê parlamentera FDP’ê Gyde Jensen, civînek li ser rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hate lidarxistin. Civîn bi rêya telekonferansê pêk hat. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût, parlamentera Partiya Keskan û Alîkara Serokê Meclîsa Federal Claûdîa Roth, ji SPD’ê parlamenter Kîrsten Luhmann û parlamentera Partiya Kesk Margît Stûmpp tevlî civînê bûn.
Her wiha ji maseya Tirkiyeyê ya Wezareta Karên Derve Sûsanne Schutz, ji Rêxistina Efûyê Janîne Ûhlmannsîek û Amke Dîetert jî beşdarî civînê bûn û têkildarî rewşa dawî ya li Tirkiyeyê çavdêriyên xwe parve kirin. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût bi taybetî li ser siyaseta dewleta Tirk a li dijî hilbijartiyên Kurdan û Şaredariyên HDP’ê axivî. Akbûlût diya rkir ku daxwaza wan a ji bo hevdîtina bi ‘wekîla xwişk’ Sebahat Tûncel hatiye redkirin.
Ji Partiya Demokrat ên Azad (FPD) û Seroka Komîsyona Mafên Mirovan a li Meclîsa Federal Gyde Jensen diyar kir ku wê di ser Sefaretxaneya Bilind a Tirk zextê li Enqereyê bikin ku derfetê bide wan ku karibin parlamenterên girtî yên weke ‘wekîlên xwişk û bira’ hatine ragihandin, hevdîtinê bikin. Rayedara Wezareta Karên Derve Sûsanne Schutz jî got, “Gelek Kurd tevî ku li qada xwecihî siyaset kirine, bi endametiya rêxistina terorê doz li wan hatiye vekirin.”
Parlamenterê SPD’ê Frank Schwabe jî bal kişand ser rewşa hunermenda Kurd Ozan Canê û keça wê ku li girtîgehên Tirkiyeyê girtî ne. Parlamenterê SPD’ê diyar kir ku ji bo alîkariyê bidin welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê dîlgirtî ne divê weqfek bê avakirin. Parlamenterên ku tevlî civîna saetekê bûn, diyar kirin ku ev kar divê bê dewamkirin.