Parlamenterên Fransî ji welatên Rojavayî xwestin ku welatiyên zarok ên li kampên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bistînin.
Li kampên bi kontrola hêzên QSD’ê bi hezaran welatiyên Ewropî yên çeteyên DAÎŞ’ê û zaroyên wan hene. Ev kes bi derfetên kêm ên rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê li kampan dimînin, li gel ku gelek caran bang hate kirin jî welatên Ewropî ji bo ku welatiyên xwe yên çeteyên DAÎŞ’ê û zarokên wan bistîne tiştekîn nake.
Yek ji van welatan jî Fransa ye ku 200 zarok ên welatiyên Fransa li van kampan dijîn. Parlamenterê Fransî Pîerre Laurent û Senatorê Komunîst Pîerre Moral- A- L’Huîssîer bang li hikûmeta Fransî kir ku bi kêmanî zarokên çeteyan ku welatiyên Fransa ne bistînin.
Wekîlan ji hikûmetê re name şandin, li gel ku dê û bavên wan kirine jî parlamenteran xwestin ku li ‘berjewendiya’ zarokên wan were fikirandin û hikûmet rexne kirin ji bo ku tevnagerin.
Meseleya anîna zarokên çeteyan li gelek welatên Ewropayê ji ber sedema ‘helwesta raya giştî’ li ser nayê sekinandin, heta niha Fransayê 35 zarok anîne.