parlamenterên jin li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 77 roj in di greva birçîbûnê ye û ji bo Guven banga piştgiriyê kirin. Herwiha gotin ku daxwaza Leyla Guven mafekî rewa ye.
Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 77’emîn de berdewam dike. Jinên parlamenter ên Koma Tevgera Goran a Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş ji bo piştgiriyê li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê daxuyanî dan.
Di serî Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyen Guneş axivî û got; “Ji ber tecrîda li ser Rêber Ocalan û hemû zextên dewleta Tirk Leyla Guven 77 roje di greva birçîbûnê de ye. Niha rewşa tendirustiya wê ber bi xerabûnê ve diçe. Heta nikare avê ji vexwe. Leyla jinekî Kurd e û li dijî zilmê bûye xwedî helwest.”

Muzeyen Guneş eşkere kir ku ew ji bo piştgiriya Guven û daxwazên we li ber parlamentoyê kom bûne û wiha domand; “Em dixwazin Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî piştgiriya Leyla û daxwazên wê bike. Ji ber ku piraniya welatên Ewropa piştgiriya daxwazên Leyla Guven dikin. Lewma bi taybet daxwazê ji parlamenterên jin ên li parlamentoya Herêma Kurdistanê dikim ku piştgiriya xwe ragihînin.”

Herwiha Parlamentera Tevgera Goran Dr. Şiyan Eskerî li ser navê parlamenterên jin ên Tevgera Goran daxuyanî da û got; “Weke hemneteweye û hempîşe piştgiriya xwe ya ji bo Leyla Guven radigihînin. Em hêviya serkeftinê jêre dixwazin. Mafên wê tên binpêkirin. Niha rewşa tendirustiya wê gelek xerabe. Pêwîstbû niha ew li parlamentoyê bûye ku weke parlamenterekê parêzbendî heye.”

Herwiha parlamentera Tevgera Goran Şîrîn Emîn jî axivî û wiha got; “Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan dest bi grevê kiriye. Em bang li navendên navneteweyî dikin ku piştgiriya Leyla Guven bikin û bibin xwedî helwest. Ji ber ku daxwazên wê yasayî ne û rawane. Helwesta me ewe ku em dengê xwe bigihîn hemû cîhanê ku bikarin piştgiriya Leyla Guven bikin.”