Parlamentoya Îranê li ser pirsgirêkên aborî ku her roj kûrtir dibin ji Serokomar Hesen Ruhanî hesap xwest. Çar bersivên Ruhanî nehatin pejirandin û ji bo Dadgeha Bilind hatin şandin.
Parlamentoya Îranê têkildarî pirsgirêkên aborî ji Serokomar Hesen Ruhanî xwest ku li parlamentoyê bersiva pirsên parlamenteran bide. Li ser vê yekê Hesen Ruhanî îro çû parlamentoyê û pirs bersivandin.
Piştî bersivdayînê, li parlamentoyê bi armanca erêkirina bersivên Ruhanî dengdayîn hat pêkanîn. Di encama dengdayînê de bersivên Ruhanî yên liser kaçaxçîtî, zêdebûna bêkarî, ketina nirxê pereyê Îranê û bûhabûna tiştan nehatin pejirandin.
Li gorî yasayên Îranê dema bersivên hikûmet an jî serokê hikûmetê neyên pejirandin, ji bo Desteya Dadgeha Bilind tên şandin. Lewma bersivên Ruhanî yên nehatine pejirandin jî ji bo Dadgeha Bilind hatin şandin. Dadgeh wê li ser bersivan biryarê bide.
Parlamentoya Îranê roja yekşema borî jî, Wezirê Aboriyê ji erkê girtibû.
Ji aliyeke din ve û di berdevamiya nakokî û aloziyên li navxweya Îranê de, Wezîrê Îstîxbaratê Mahmûd Alavî ji ajansa nûçeyan a ÎSNA’yê re axivî û got, gelek ajanên li organên dewletê dixebitin hatine girtin.
Alavî îdîa kir ku sîxurên hatine girtin ji rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî re dixebitîn. Agahî neda bê ev kes kengî hatine girtin û ji kîjan welatî re dixebitîn.
Lê Alavî got, piraniya kesên hatine girtin hem welatiyên Îranê ne, hem jî yên welatekî din e.