Parlementera Koma Keskan a PE’yê Jean Lembert destnîşan kir ku divê bi lezgîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ev nêzî 20 sal in bi awayekî bê maf û bê hiqûqî li Îmraliyê tê ragirtin, bê berdan.
Hevdîtinên Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Rêveberê Navenda Lêkolînan a Kurd ku navenda wê li Londonê ye Alî Gul Ozbek li Parlementoya Ewropayê tevahiya rojê dom kir. Koç û Ozbek bi parlemetera Îngilîz a Koma Keskan a PE’yê Jean Lembert re hevdîtin kirin.
Koç anî ziman ku di hevdîtinê de li ser bûyerên siyasî yên rojevî sekinîne û bûyerên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê rû didin nirxandin kirine. Koç diyar kir ku wê serdana parlemetera PE’yê ya ji bo Rojava jî dom bike.
Ji Navenda Lêkolînan a Kurd Alî Gul Ozbek jî bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, anî ziman ku divê PE’yê li dijî pêkanînên antî-demokratîk û bêhiqûqî ya Tirkiyeyê xebatan bide kirin.
‘SALÊN DIRÊJ IN DOZA BI MAF A GELÊ KURD DESTEK DIKIM’
Lambert jî bibîr xist ku doza gelê Kurd a bi maf destek dike, berê bi dehan car serdana Kurdistanê kiriye. Lambert anî ziman ku bi taybet ji bûyerên demê dawî de li Tirkiyeyê rûdidin bi fikar e û got: “ Ji bo gelê Kurd û lîderê wan Ocalan ê n ji bo azadî, demokrasî û aştiyê têkoşînê dikin di nava mercên wekhev de ji nû ve dest bi muzkereyê bikin. divê bi lezgîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ev nêzî 20 sal in bi awayekî bê maf û bê hiqûqî li Îmraliyê tê ragirtin, bê berdan.
Piştî civînê û şûnde, Lambet ê ji ANF’ê re axivî anî ziman ku azadî, aştî û demokrasiya Ocalan a ji bo pêkanî û pêşxistina wê tiştekî ku dev jê neyê berdan e. Lambert got, bi azadbûna Ocalan re wê di muzakereya aştiyê de rola kilît bilîze.