Li Ermenistanê di 20’ê Hezîranê de hilbijartina giştî hatibû kirin û îro jî meclîs hate vekirin. Partiya Peymannameya Sivîl a Nîkol Paşînyan ji sedî 54’ê dengan stendibû û rûniştina pêşîn a meclîsê îro hate kirin.

Endamê herî kal ê parlementoyê parlementerê Kurd Kinyas Hasanov parlemento vekir.

Piştî sonda parlementeran serokê meclîsê hate hilbijartin.

Piştî axaftina Serokkomar Armen Sarkîsyan, peywira avakirina hikumetê dan Nîkol Paşînyan.