Parlementerê Sînn Feînê Francîe Molloy, ji parêzerên Buroya Hiqûqê yê Sedsalê Mazlûm Dinç re hevdîtin kir û got; Helwesta Sînn Féinê ji bo Ocalan zelal e û daxwaz dike ku demildest Ocalan bê berdan.

Ji Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, Mazlûm Dinç ji bo tevlî hevdîtinên dîplomatîk û sempozyûma têkîldarî girtiyên siyasî bibe çû Londonê.

Prz. Malzum Dînç, li Parlamentoya Birîtanya, bi Parlementerê Sînn Féinê Francîe Molloy re hevdîtinek kir.

Parêzer Mazlûm Dînç rewşa hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan ji Molloy re vegot û got; 38 meh in tu agahî ji Birêz Ocalan û 3 girityên din nayê girtin. Tecrîda mutleq ya li ser Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd bûye sedema fikarên ciddî. Divê Ewropa, bi taybetî Ingîlîstan bikevê nava liv û tevgerê, da ku tecrîd rabe.

Parlementer Molloy, dilxweşiya xwe ya ji ber hevdîtinê anî ziman û li ser hesabê xwe ya X peyamek weşand.

Molloy wiha got: “Ez pê şanaz im ku min bi parêzerê Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan 25 sal in girtî ye. 38 meh in tu têkilî pêk nehat. Ev naye tolere kirin. Helwesta Sînn Feîn zelal e û daxwaz dike ku demildest Ocalan bê berdan.