Name ji Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell re hate nivîsandin. Parlementerê Tifaqa Azad a Ewropayê/Partiya Keskan û Serokê Koma Dostaniya bi Kurdan re Françoîs Alfonsî û hevserokên din Andreas Schîeder (Koma Sosyal/Demokrat) û Nîkolaj Vîllûmsen (Koma Çepgir) nivîsandin.

Di nameyê de hate diyarkirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewş xeteretir dibe û derbarê bandora wê ya li ser Ewropayê hişyarî hatin kirin.

Koma Dostaniya bi Kurdan re diyar kirin ku di 20’ê Çileyê de 300 çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Girtîgeha Hesekê kirine ya ku ji 54 welatan 4 hezar çete tê de hebûn.

Di nameyê de hate bibîrxistin ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê li Kampa El Holê ye û ji bo ku ev rewş veneguhere gefekê bang li saziyên Ewropayê hate kirin ku bila têkevin nav hewldanan.