Parlementerên HDP’ê ligel astengkirin û dorpêça polîsan li Rêya Îstîklalê ji bo kongreya wan a sibê belavok belav kirin.

Parlementerên HDP’ê ji bo kongreya xwe ya asayî ya 3’emîn banga beşdarbûnê kirin. Parlementeran li ser Rêya Îstîklalê belavok belav kirin lê polîsan pêşiya wan birî. Polîsan bi mertalan dora parlementerên HDP’ê Garo Paylan, Îmam Taşçier, Zeynel Ozen, Erol Katircioglû û Alî Kenanoglû girtin. Parlementerê HDP’ê Zeynel Ozen got ku, “Ev zext diyar dike ku ji mafdarbûna me ditirsin. Nahêlin em banga kongreya xwe jî bikin. “

Parlementerê HDP’ê Alî Kenanoglû jî got ku “Ev jî diyar dike ku li vî welatî demokrasî, aştî û azadî tune. Yên ku van tiştên bêhiqûq dikin wê sibê hesap bidin.”

Dorpêça polîsan heta ber avahiya HDP’ê ya Stenbolê domiya.