Parlementerên Îngilîz, serdana Îmam Şîş ê di greva birçîbûnê de ye kirin.
Parlementerê Partiya Karkeran Bombos Chanralamboûs, Lloyd Rûssell-Moyle û 3 endamên meclîsa şaredariyan serdana Îmam Şîş ê li bajarê Newport ê Gallerê li dijî tecrîda li ser Ocalan 105 roj in di grevê de ye kirin.
WEKÎL: BÊDENG NEBIN
Wekîlên li Navenda Civaka Kurd a li Newpotê serdana Şîş kirin, banga rakirina tecrîdê kirin.
Welîlên demeke dirêj li gel Şîş sobhet kirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, bang kir ku divê dewleta Tirk daxwazên berxwedêrên di grevan de ne bicih bîne.
Wekîlan destnîşan kirin ku binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin, daxwaz ji saziyên navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin.





