Di saetên êvarî de hinek parlementerên Iraqî yên li ser fraksyonên cuda bi nameyekê pêşkêşî serokwezîrê Iraq, serokkomar, dezgeha federal, berdevkê meclîsa niştimanî û nunerên Neteweyên Yekbûyî yên li Iraqê kirin ku heyeteke lêkolînê ava bikin ku li ser êrîşên Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) a li ser çalakvanên siyasî û daxuyaniya sexte ya bi navê Meclîa Asayîşa Herêma Kurdistanê bikar anî ku xistiye di bin berjewendiyên şexsî û hîzbî de.

Parlementeran di nameyê de anî ziman ku Meclîsa Asayîşa Herêma Kurdistanê di sala 2011’an de li gorî qanûna hejmara 4’an ya Parlementoya Kurdistanê hatiye damezirandin. Hate diyarkirin ku ev meclîs ji 5 kesan pêk tê û yek ji wan berdev û yek jî serokatiya wê dike ku girêdayî serokatiya herêma Kurdistanê ne. Parlemeteran diyar kir ku zêdetirî salekê ye ku ev meclîs kar nake ew jî ji ber nakokiyên di navbera PDK’ê û dîsa navbera Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî.

Parlementeran daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku rê nedin saziyên ewlekarî û îstixbaratê ji aliyê hîzbek bi mebesta aloziyên navxweyî bêdengkirina dengên dijber bên bikaranîn. Dîsa daxwaz kirin ku heyetek bê avakirin ku ji bo derxistina rastiyan lêkolînê bikin.

Navên parlementerên ku navê wan li binê vê nameyê heye wiha ne:

Yûsûf Mihemed Sadiq

Xalib Mihemed Elî

Yûsra Receb Kemer

Hoşyar Ebdullah

Rêbwar Kerîm Mehmûd

Ehmed Hecî Reşîd

Serkewt Şemsedîn