Di rûniştina îro ya li Parlementoya Misrê de hate ragihandin, eger ku hêzên leşkerî yên girêdayî hikûmeta Trablûs ber bi rojhilatê welat ve pêş ve biçe, biryara ku wê hêzên xwe yên leşkerî vekişînin derveyî welat, girt.
Li gorî daxuyaniya li Parlementoyê hate dayîn ev hate gotin: “Misir ji bo parastina ewlekariya welat, dikare leşkeran bişîne şerê li derveyî sînor.”
Berî çend rojan jî Parlementoya Lîbyayê di rewşekî ku Tirkiye mudaxeleyî serweriya Lîbyayê bike, ji Misrê alîkariya leşkerî xwestibû.
Parlementoya Tobrûk jî di rewşeke lezgîn de ji artêşa Misrê ji bo parastina Lîbya û Misrê banga mudaxeleyê kiribû.