Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Serhat Eren diyar kir ku li girtîgehan hiqûqa dijminatiyê di pratîkê de ye û got: Li gel hewldanên parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civakî jî, desthilatdarî polîtîkaya tunekirinê li girtîgehan dimeşîne. Ji bo vê jî, partiya me, amadekariyan dike ku li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş kampanyayekê bide dest pê kirin.
Eren anî ziman ku polîtîkayeke sîstematîk heye. Bi surgunkirina girtîgehên dûr, şewitandina înfazan, astengkirina tedawiyê û nebûna mercên paqijiyê, xwarina ne baş, gelek girtî nexweş dikevin. Ev polîtîkaya dewletê ye û kuştina bi demê re ye.
Saziya Tiba Edlî -ATK jî, bi raporên xwe dibe hevkarî van sucan. Ev kiryar, ji sala 2015’an ve li dijî girtiyên Kurd tê pêkanîn. Herî dawî Şakir Tûran (70), di Girtîgeha Erzinganê de jiyana xwe ji dest da. Kiryarên îro, ji kiryarên ’90, ’91, û ’92an cuda nînin. Texrîb kirina cenazeyan, bi gotineke din nayê binav kirin. Ev pêkanîneke tolhildanê û huquqa dijminatiyê ye,
Eren herî dawî got; Bingeha bêhiqûqîtiyên li Tirkiyê, rasterast bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Bêdengiya civakê, bêdengiya muxalefeta siyasî, desthilatdariya faşîst wêrek dike. Ev polîtîka li tevahiya civakê bela bûye. Em vê yekê qebûl nakin. Partiya me, li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş amadekariyên kampanyayekê dike.