Jinan diyar kir ku rojeva sereke têkbirina tecrîdê ye.

Parlamentera Partiya Çep a Kesk Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku di kongreyê de sînerjiyek ciddî derkete holê û got; Mijara sereke jî tecrîda li ser Rêber Ocalan bû. Tecrîd, li ser hemû aliyên civakê û li hemû girtîgehan heye û bûye bingeha şerê taybet û qirêj. Biryar hate standin ku jin di şikandina tecrîdê de bi israr in.

Endama GOÇÎZ-DER’ê Gulşen Kurt jî dazanîn ku kongre gelekî xurt derbas bû û got;

Jin ew ê tecrîdê di rojevê de bigirin. Bi tecrîdê tê xwestin ku îradeya Gelê Kurd bişikînin. Lê jin tecrîdê qebûl nakin. Cenazeyan di kutiyan de dişînin. Tevî her tiştî, jina Kurd li gel aştiyê cih digire. Biryar hate girtin ku jina Kurd wê têkoşîna xwe, heta misogerkirina Rêber Apo bidomînin.

Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay jî got; Di rojeva kongreyê de, tecrîd, girtiyên siyasî û girtiyên nexweş hebûn. Rêber Apo û hemû girtî dibin tecrîdê de ne. Hemû civak dibin tecrîdê ye. Mijara esas ew e ku em dikarin çawa civakê ji vê tecrîdê rizgar bikin. Dîtina hevpar ew bû ku azadiya Rêber Ocalan wê bibe azadiyan û demokrasiya li Tirkiyê. Ji bo vê pêwistyî bi têşînek xurt û berfireh heye.