Parlemeterê Partiya Çep a Swêdê Danîel Rîazat anî ziman ku partiya wan destdanîna hikûmeta Tirk a li ser vîna gelê Kurd û li şûna wê qeyûm danîn qebûl nakin.
Parlemeterê Partiya Çep a Swêdê Danîel Rîazat ê gelek carî sûcên şer ên dewleta Tirk bire rojeve Parlemetoya Swêd û raya giştî, anî ziman ku destdanîna ser şaredariya HDP’ê ya desthilata AKP-MHP’ê û li şûna wê qeyûm erkdarkirin na pejirînin.
Rîazat ê ji ANF’ê re axivî diyar kir ku sîstema li Tirkiyeyê bûye dîktator, piştî ku hemû hêz li destê Serokkomar Erdogan kom bû şûnde zext û êrîş li ser Kurd, rewşenbîr û hêzên muxalîf zêde bûne. Riazat îşaret bi wê kir ku Erdogan bi taybet HDP û Tevgerên Kurd dike hedef û got: “Erdogan fersendê ji bêdengiya cîhanê ya ji binpêkirinên li Tirkiyeyê dibîne, ji bo lewazkirina sendîkavan, çep û Kurdan her karî dike.”
DEMA BI HILBIJARTINÊ NEKARÎ DEST DANÎ SER
Rîazat anî ziman ku di hilbijartina xwecihî ya dema dawî de derket holê ku Erdogan li bajarên Kurdan winda kir û got: “Erdogan dît ku li Kurdistanê gel ew destek nekir, nikare bi rêbazên demokratîk şaredariyan bigire. Şaredariyên bi hilbijartinê nekarî bigire bi qeyûman dest danî ser.”
Rîazat destnîşan kir ku dema 2016’an dewleta Tirk dest danî ser şaredariyên Kurd di serî de Swêd û Ewropa hêzên heyî bi xurtî nerazîbûn nîşandan, lê di demê dawî de destdanîn ser şaredariyên Kurd bi qasî pêwîst nerazîbûn nehatin nîşandan.
DIXWAZIN ASAYÎ BÊN NÎŞANDAN
Parlemeter Rîazat li ser helwestên lewaz ên Swêd û Ewropa ya li ser destdanîna ser şaredariyan ev got: “Sedemê vê yê yekem neeleqedarbûna çapemeniyê ya li ser pêkanîna qeyûman e. A duyemîn jî hewldanên Erdogan a normalkirina pêkanîna qeyûman. Berî niha bi 5 salan dema hevşaredar ji erkê hatin gitin her kesê got; ‘Ev çawa dibe?’ nerazîbûn nîşan da. Niha hema bêje destdanîna ser şaredariyan a ji aliyê qeyûman ve asayî bûye.”
Rîazat li ser xebatên partiya xwe ya li dijî qeyûman jî got: “Li gel welatên bakur, partiyên çep û keskan bi hev re pêkanînên qeyûman xistine rojeva Parlemetoya Ewropayê. Daxwaza bidawîkirina qeyûman û berdana hemû girtiyên siyasî kirine. Me daxwaz kiriye ku hikûmeta AKP’ê rêz ji encamên hilbijartinê re bigire, hevşaredarên ji erkê hatine girtin û rêvberên wê vegerin ser karên xwe.
‘EWROPA KIRIYE REHÎNEYÊ XWE’
Her wiha Rîazat li ser gefa Erdogan a koçberan ku her carê bang li Ewropa dike ku wê deriyan veke jî got: Ev yek ji sedemê herî girîng ku Ewropa li dijî pêkanînên qeyûman ên Erdogan û binpêkirinên wê bêdeng bibe ye. Peyman koçberan a li gel Tirkiyeyê îmze kiriye kiriye ku Ewropa bibe rehîneyê Tirkiyeyê. Rapor hene ku bi milyonan euro yên Yekîtiya Ewropa ji bo koçberan dide Tirkiyeyê, ne ji bo koçberan dimezêxe, didin nîşandan. Dema em vê dibin gel Parlementoya Swêd û Ewropayê em dibînin ku partiyên din bêdengin.
Rîazat anî ziman ku ji bo rêveberiyên Partiya Çep şaredariyên heyî bi şaredariyên HDP’ê re bibin bira hevkariyê bikin, di nava hewldanan de ne û got: “Em bi HDP’ê û şaredariyên Kurd re hevkariyê xurt dikin. Em ê delegasyonekê ji bo kongreya HDP’ê ku wê meha Sibatê lidar bixin re bişînin.