Partiya Çep ji Swêdê xwest ku lêborînê ji Kurdan bixwaze, ku di dawiya salên 1980’î de ji ber kuştina Olof Palme Kurd hatibûn sûcdarkirin.
Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep a Swêdê parlamenter Håkan Svennelîng, daxwaza lêborîna ji Kurdan bi pêşnûmeyeke nivîskî xist rojeva parlamentê.
Svennelîng bi bîr xist ku lêpirsîna têkildarî kuştina Olof Palme di 10’ê Hezîrana 2020’an de bi dawî bû û ji ber ku kesê weke berpirsyarê bûyerê dihate sûcdarkirin jiyana xwe ji dest da, Serdozger Krîster Petersson doz girt.
Berdevkê Partiya Çep diyar kir ku di lêpirsîna bûyera kuştina Palme de polîsan dan ser şopên cuda û got, “Demekê, bi temamî giranî dan ser PKK’ê. Lê belê hate dîtin ku ev yek bi temamî şaş bû û kujerê rastî ji sûcdarkirinê rizgar bû.”
Svennelîng bi bîr xist ku piştî bûyera kuştinê, gelek malbatên Kurd ji bûyerê berpirsyar hatin nîşandan û anî ziman, Kurd bêsedem bûn hedefa êriş û zexteke berfireh a saziyên Swêdî, mafê rûniştinê yê hin koçberên Kurd jî hate betalkirin.
Svennelîng diyar kir ku Kurdên li Swêdê demeke dirêj ji sûcdarkirinê zerar dîtin, zexta li Kurdan demeke dirêj dewam kir û got, “Piştî ku lêpirsîn bi dawî bû, dem hat ku hesabê şaşitiyan bê dayin û lêborîn ji kesên zerar dîtine bê xwestin.” Bi vî rengî ji Swêdê xwest ku lêborînê ji Kurdan bixwaze.
Ji Wezîrê Edaletê Mîkael Damberg xwest, ji bo Swêd a ku bi neheqî Kurd ji kuştina Palme sûcdar kirin lêborînê bixwaze, bikeve nava hewldanan.