Ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê Partiya Çep diyar kir ku wê piştgiriyê bidin 2’ê Mijdarê Roja Berxwedana Dinyayê ya ji bo Rojava.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk 2’ê Mijdarê weke Roja Berxwedana Dinyayê ya ji bo Rojava (World Resistance Day for Rojava) hate ragihandin. Di serî de welatên Ewropayê wê di 2’ê Mijdarê de li gelek welatan çalakiyên piştevaniya bi Rojava re pêk bên û dagirkeriya dewleta Tirk bê şermezarkirin.

Tê payin ku çalakiyên li Elmanyayê bi taybetî girseyî bin. Ne tenê li bajaran her wiha li gelek bajarokên Elmanyayê jî amadekariyên ji bo xwepêşandanên girseyî tên kirin. Ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê Partiya Çep daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew piştgiriyeke xurt didin xwepêşandanên 2’ê Mijdarê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo xwepêşandana Şemiyê saet 13:00 a li Neptunbrunnen a li Alexanderplatzê dest pê bike 400 Euro alîkariya ji bo mesrefên wê didin. Partiya Çep di heman daxuyaniyê de hikumeta Merkel ji ber helwesta li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi tundî rexne kir.

‘ELMANYA HEVPARÊ SÛCÊN TIRKIYEYÊ YE’

Partiya Çep nêzîkatiya rêveberiya Berlînê weke ‘bêşerm’ pênase kir û destnîşan kir, ku Wezîrê Karên Derve Heîko Maas jî bi serdana li Enqereyê bûye hevkarê sûcên Tirkiyeyê. Partiya Çep diyar kir ku hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel tenê bi daxuyaniyan êrîşên Tirkiyeyê rexne dike, lê belê ji bo bidawîbûna êrîşan gaveke pratîkî neavêje. Partiya Çep ev daxwaz kir:

-Ji bo bidawîbûna vê dagirkeriyê ku tê wateya binpêkirina qanûnên navneteweyî divê Elmanya bi rengekî tund Tirkiyeyê hişyar bike û çekan ji Tirkiyeyê re nefiroşe.

-Endamên DAÎŞ’ê yên welatiyên Elman bîne Elmanyayê û darizîne.

-Garantiya Hermes a ji bo şîrketên Elman ên li Tirkiyeyê kar dikin tê pêşkêşkirin û alîkariya ji bo endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bê bidawîkirin.

-Dawî li siyaseta krîmînalîzekirina sembolên Kurd bê anîn. Divê destûr hebe ku alên YPG û YPJ’ê bên hildan û qedexeya li ser PKK’ê bê bidawîkirin.