Berdevkê Politîkaya Derve ya Partiya Çepgir Hakan Svennelîg peyama piştevaniyê ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê  yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, şand.

Kuridstaniyan li Qada Stortorgetê ya bajarê Karlstadê çalakî lidarxist, Svennelîg jî çû qadê û axaftina xwe bi dîmenekê qeyd kir. Svennelîg ji bo grevên birçîbûnê bang li cihana derve kir.

Svennelîg diyar kir ku li Tirkiyeyê bînpêkirinên mafên mirovan û demokrasiyê yên giran  heye û got, greva birçîbûnê ya Leyla Guven ji gelek kesan rebûye îlham û nêzî 350 girtî ketine greva birçîbûnê.

Svennelîg bibîrxist ku Partiya Çepgir rewşa Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê kiriye roja parlamentoyê û peyama piştevaniyê da.