Partiya Yekîtiya Kesk û Sor û Partiya Gel a Sosyalîst ên Danîmarkayê, êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kirin.
Partiya Kesk û Sor û Partiya Gel a Sosyalîst ên Danîmarkayê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bombardûmana dewleta Tirk şermezar kirin ku bi balafirên bêmirov ên bêçek li dijî Mexmûrê kirin.
Daxuyanî bi îmzeya ji Berdevkên Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Kesk û Sor Eva Flyveholm hat eweşandin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber êrişê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Partiyê diyar kir, di vê dema têkoşîna dijî vîrûsa koronayê de ku li tevahiya cîhanê tê meşandin, êrişeke bi vî rengî hatiye kirin û ji Wezareta Karên Derve xwest ku êrişê lêkolîn bike.
Alîkarê Serokê Partiya Gel a Sosyalîst Serdal Benlî jî diyar kir ku ev êriş yekser ji bo qetilkirina sivîlan hatiye kirin.
Benlî ragihand, piraniya sivîlên bûne hedefa êrişê ji ber koçberiyê xwe li kampa Mexmûrê girtine û destnîşan kir, divê Tirkiye bê hişyarkirin ku li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî tevbigere.