AMED – Nûnerên partiyên kurd ên ku di hilbijartina xwecihî de bi HDP’ê re îtîfaqê pêk anîbûn, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ziyaret kirin.  Nûnerên Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) ku bi HDP’ê re îtîfaqa hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê pêk anîbûn, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ziyaret kirin.  Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Musa Farisogullari û Îmam Taşçier jî bi nûnerên partiyan re çûn serdanê. Hevşaredar Mizrakli, heyetê li ber deriyê şaredariyê pêşwazî kir. Nûnerên îtîfaqa kurd pirtûk diyarî Mizrakli kirin û kêliyek li gel hev sohbet kirin. Piştî serdanê heyet ji şaredariyê veqetiya.  Parve bike: